Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî tawanan li dijî xelkê Kerkûkê dike

Hewlêr-KDP.info- Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nava bajarê Kerkûkê hatine belavkirin û bi şev davêjin ser malê Kurdan. Berpirsekî PDKê li wî bajêrî jî dibêje, çekdarên Heşda Şeibî dixwazin xelkê çavtirî bikin.

Ev 2 roj e çekdarên Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nava Kerkûkê hatine belavkirin û wek xelkê bajêr dibêjin, wan çekdaran gelek tawan li hemberî Kurdan kirine.
Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî tekez dike ku Heşda Şeibî dixwaze Kerkûkê bi temamî kontrol bike.
Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên Heşda Şeibî bi riya hinek karên xwe yên kirêt dixwaze xelkê Kerkûkê çatirsî bike, da ku bi temamî bajêr kontrol bikin.”
Kerkûkî wiha got: “Duhî rê nedan berpirsê polîsên Kerkûkê yê ser bi YNKê ve ku bi zimanê Kurdî biaxive. Roja Dûşemê jî 2 endamên asayişê girtine û bi saxî ew xistine bin tankê de û mixabin şehîd bûne. Herwiha şevê din êriş kirine ser malê Kurdan li taxa Rehîmawe.”
Roja Dûşemê bi alîkariya beşek ji hêzên ser bi aliyekî siyasî ve li Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û beşek ji navçeyên derdora wê ketin destê hêza Heşda Şeibî û hêzên Iraqê.
Rojnamevanekî ku li ser daxwaza wê em navê belav nakin, ji malpera KDP.info re behsa tawanên Heşda Şeibî kir û ragihand: “Heşda Şeibî êrişî malê Kurdan dike û jin û zilaman ji hev cuda nake. Duhî li ser cadeya Feyleq 2 zarokên Kurdên Kakeyî şehîd kirin. Herwiha 6 kurdên din jî li taxên din şehîd kirine.”
Li gorî zanyariyên wî rojnamevanî, çekdarên Heşda Şeibî destê xwe danîne ser mal û avahiyên hizbî û piştî talankirina wan, agir bi wan xistine.