Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, tişta ku li Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên ser bi aliyekê siyasî yê Kurdistanê li gel aliyê Iraqî bû.

Serok Barzanî dibêje: “Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê di bin gef û zulmê de bûye û mafên wê hatine binpêkirin. Di vê dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kiriye û tûşî cenosîd û komkujiyan hatiye ku ya herî dawîn êrişa dirindane (hovane) ya terorîstên DAIŞê bû bo ser Kurdistanê û cenosîda Kurdên Êzidî. Li gel wê jî gelê Kurdistanê herdem ji asoya çareseriya aştiyane ve pêngav avêtine û me ti deman şer nexwastiye, lê belê şer li ser me hatiye sepandin û me hemû hewlên xwe bo çareseriya aştiyane dane bo mana xwe û gihîştina bi armancên xwe. Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bûye.”

Li ser rewşa Kerkûkê û ewa ku li vî bajarê Kurdistanê qewimî, Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Hevwelatiyên ezîz, ewa ku li bajarê Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên di nava aliyeke siyasî yê navxwe yê Kurdistanê bû, ku herî dawî bûye sedema wê çendê ku hêzên pêşmerge bi wê awayê ku hat dîtin, paşve vekişin û di encama wê paşve vekişînê de, hêla temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016ê di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.”

Mesûd Barzanî herwiha tekez dike: “Em cemawerê Kurdistanê piştrast dikin, yak u pêwîst e û tê kirin, em dê ji bo parastina destkevtên xwe û aramî û ewlehiya xelkê de bikin.”

Serok Barzanî daxwaza parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dike û destnîşan dike: “Niha jî eem pêdagiriyê li ser parastina yekrêzî û berxwedêriya gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, û ez daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikim ku bi giştî ji asoya hestkirin bi berpirsatiya netewî û niştimanî  ve serederiyê li gel rewşa hesas a Kurdistanê û Iraqê bikin.”

Di dawiya peyama xwe de Barzanî cardin gelê Kurdistanê piştrats dike, ku dengê wan bo serxwebûna Kurdistanê û xwîna pêşmerge û şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi heder (xusar) naçe û gelê Kurdistanê dê bigihîje armanca xwe.

Serok Barzanî wiha dibêje: “Gelê berxwedêr ê Kurdistanê, cemawerên dilsoz û xwebexş, pêşmergeyên qehreman, kesûkarên şehîdên me yên serbilind, ew xwîna ku xortên we di rêya rizgariya Kurdistanê de bexşîne û îro jî her tê bexşîn, ew dengê we yê zelal ku we bo serxwebûna Kurdistanê da û gihande gişt gel û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi heder naçe û bi em bi heder jî nadin. Gelê Kurdistanê bi îrade û hewla hêz û xortên wê yên qehreman, zû yan dereng dê her bigihîje armancên xwe yên rewa û pîroz, îro roja bawerbûna me ye bi hêz û yekrêziya gelê xwe.”