Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandariya Pêşmerge: Hêzên Îranê êriş Kerkûkê kirin..Hikûmeta Ebadî dê bi giranî baca vê zulmê bide

Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji danê sibê ya îro 16-10-2017ê ve hêzên Heşda Şeibî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve bi fermandariya Iqbalpûr û bi hevkariya hêzên Iraqê êrişeke berfireh bo ser Kerkûkê û navçeyên derdora Kerkûkê dest pê kirine. Ev êriş bi aşkere ragihandina şer e li dijî gelê Kurdistanê.”


Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge herwiha dibêje: “Ev êriş ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û Heşd û hêzên ser bi Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran hatiye encamdan, tolhildan e ji xelkê Kurdistanê ku daxwaza azadiyê kirine û tolhildane ji xelkê serbilindê Kerkûkê ku helwesteke mêranî nîşan dan.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin hinek berpirsên YNKê jî alîkarê wê pîlangêriya li dijî gelê Kurdistanê bûne û xiyaneteke mezin û dîrokî li Kurdistanê û wan şehîdan kirine, ku di bin ala YNKê de canê xwe fîdayê Kurdistanê kirine, ew çend berpirs hinek cihên hesas bêyî şer ji hêzên Heşd û Supaya Pasdaran a Îranî re vala kirine û kek Kosret bi tenê hîştine.

Em ji hemû aliyan re radigihînin ku ew êrişa Heşd û hêzên iraqî bi çek û wesayitên zirhî û tankên Abrahams ên amerîkî û çekên din ên Hevpeymanan encam dane, ew çekên amerîkî demek e ku di jêr navê şerê DAIŞê de bi artêşa Iraqê û Heşdê tên dan, ew di demekê de bû ku di şerê DAIŞê de. Ji bo şer û berevaniya li hember terorîstan çekên pêwîst bi pêşmerge nehat dan.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje: “Em li vir gelê Kurdistanê piştrast dikin ku zêdebarî hebûna nepakiya hinek berpirsan û pîlangêriya hikûmeta Iraqê û Supaya Pasdaran, lê belê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bi moralekî bilind ve li hemû cihan berevaniyeke qehremanane dike û em tekezî jî dikin, ku ne mumkin e ku pîlangêrî îradeya gelê Kurdistanê têk bişkîne û em rê bidin neyarên gelê Kurdistanê serbikevin. Em daxwazê ji hemû pêşmergeyên rasteqîne yên gel, welat û cemawerê berxwedêr dikin, ku tişta ji destê wan bê ji bo berevaniyê û têkbirina êrîşan bikin. Berpirsê yekem ê şerfirotiha gelê Kurdistanê hikûmeta Ebadî ye û divê bi giranî baca vê zulmê bide.”