Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Sûdan li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Sudan li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşketinên siyasî yên dawî hatin gotûbêjkirin.

Îro Pênçşa 12.10.2017 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yasîn Ewez Îsmaîl Balyozê welatê Sûdan li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Sudan silav û rêzên Serok û gelê Sudanê bi Serok Barzanî gihand û ragihand ku erkê wî ya wekî Konsolê Giştî yê Sudan li Hewlêr bi dawî hatiye û niha wekî Balyozê welatê xwe li Iraq dest bi kar bûye û demeke nêzîk da Konsolê nû yê Sûdan li Hewlêr ji aliyê welatê wî ve tê destnîşan kirin.

Balyozê Sûdan spasiyên xwe û welatê xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku têgihîştina rewşa niha ku heye û rastiyên wê jî digihîne berpirsên welatê xwe yên ser xwe.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo birêz Yasîn Ewez xwest li erkê wî yê nû da û xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan pêşan da û ezmûna Sudanê ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyiyên welat bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşketinên siyasî yên dawî, gotûbêj kirin.
Attachments area