Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Iraq nikare petrolê bişîne Tirkiyê..Tenê riya Kurdistanê li pêşiya wê ye

 

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku tê behskirin ku Iraq dixwaze petrola xwe bi riya boriyeke kevin bişîne Tirkiyê, lê psporên enerjiyê tekez dikin ku sînorê Iraqê rasterast bi Tirkiyê re tune ye û tenê divê bi riya Kurdistanê petrola xwe bişîne Tirkiyê.

Di medyayên Iraqê de hatiye belavkirin ku Bexda dixwaze sûdê ji hêleke din bibîne ji bo hinardekirina petrola xwe, Ev yek jî piştî sizayên Bexdayê li dijî Başûrê Kurdistanê hatin.

Endamê Komîteya Petrol û Enerjiyê di Parlamentoya Iraqê de, Tariq Sidîq Reşîd ew nûçe red kirin û da zanîn ku ew gotin tenê gef û guvaş in li dijî Herêma Kurdistanê.

Wî paralamenterî ji malpera KDP.info re ragihand: “Navçeyên hevsînor ligel Tirkiyê, ji aliyê Iraqê ve, hemû Herêma Kurdistanê ne û ti rê li pêşiya wan tune ye, lewma jî em dibînin ku ew axaftin tenê gef û guvaş in li ser Kurdistanê.”

Ew boriya ku niha medyayên Iraqê behsa wê dikin, salên 80 petrola Kerkûkê bi riya Fêşxabûr diçû Tirkiyê. Ew navçe jî di bin destê Hêzên Pêşmerge de ye.

Tariq Sidîq Reşîd wiha got: “Herêma Kurdistanê deriyê Iraqê ye bo Tirkiyê û ti rêyek wan bi hev re girê nade.”