Hewlêr-KDP.info- Bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çarşemî 11ê Cotmeha 2017ê Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê civiya û di civînê de biryar li ser guhertina navê vê serkirdatiyê hat dan û navê wê bi Encumena Bilinda Siyasî ya Kurdistanê hat guhertin.
Piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Civîn gihêşt van xalên li jêr:
Yekem: Em pabendî vîna gelê Kurdistanê ne ku bi riya dengdana di referanduma 25ê Îlonê de bi azadî derbirî. Herwiha cibicîkirina encamên wê referandumê girêdayî diyalogeke avaker û berpirsyane ye. Ji ber wê jî me amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogeke vekirî, bê merc, û bê sizadan û dorpêçkirin ligel Bexdayê derbirî.
Duyem: Sepandina sizayan li ser gelê Kurdistanê, ne yasayî û ne jî berpirsiyane ye û alozkirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya ti aliyelî nake.
Sêyem: Em ji raya giştî ya cîhanê û Hevpeymaniya Navdewltî radigihînin, ku gelê Kurdistanê rûbirûyî dorpêçkirin, sizadana bi komî û gefê bikaranîna hêzê bûye, ev rewşa mirovî û jiyana xelkê û penaberên ji Iraq li Kurdistanê dike qonaxeke metirsîdar, lewma jî em daxwaz dikin ku sînorek ji van gef, dorpêçkirin û sizadana bikomî bê dayîn.
Çarem: Amadebûn civînê biryar dan, civîna partî û aliyên siyasî di bin navê Encûmena Bilinda Siyasî ya Kurdistanê berdewam be.