Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Artêşa Iraqê nikare êrişî navçeyên Kurdistanî bike

Hewlêr-KDP.info- Piştî birêveçûna proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê, daxuyanî û gefên berpirsên Bexdayê zêde bûne, ku dibêjin emê artêşa xwe bişînin navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî, lê li gorî rêkeftineke 3 qolî di navbera Hewlêr, Bexda û Amerîka de, hêzên Iraqê nikarin êrişî navçeyên Kurdistanî bikin.

Duhî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku di dema çûna hêzên Iraqê bo navçeyên madeya 140 û nexasim jî Kerkûkê, Pêşmerge xwe ji pevçûn û şer dûr bixin.
Parlamenterê Kurd li Bexdayê û endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê di Parlemantoya Iraqê de, Şaxewan Ebdulah eşkere dike ku li gorî rêkeftineke 3 alî, artêşa Iraqê nikare biçe navçeyên Kurdistanî.
Wî parlamenterê PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Meha Îlonê di sala 2016 de rêkeftineke 3 alî di navbera Amerîka û Iraq û Kurdistanê de çêbû û li gorî wê rêkeftinê ti hêzeke Iraqê nikare bê sînorê Kurdistanê, eger rêkeftin nebe.”
Şaxewan Ebdulah derbarê wê yekê de dibêje: “Li gorî destûra Iraqê jî Bexda nikare hêzê bişîne ser Kurdistanê, ji ber ku heta niha em beşek in ji Iraqê û referandum jî mafekî rewa û desturî. Eger milîsên li Iraqê êrişî Kurdistanê bikin dê hevpeyaniya navdewletî alîkariya Pêşmerge bike.”