Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê Hikûmetê: Guvaşên ser Kurdistanê demkî ne û dê ev qonax derbas bibe

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê ceza û guvaşên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê dibêje, ew guvaş demkî ne û dê ev qonax û nexweşî derbas bibin.

Sefîn Dizeyî ji beşê Kurdî yê Dengê Amerîka re ragihandiye: “Me biryarên Hikûmeta Iraqê wek sizadana bi komel a xelkê Kurdistanê da zanîn, herwiha ew biryar neyasayî û nedestûrî ne, lewma jî em dibînin ku gotûbêjeke cidî di navbera Hewlêr û Bexda de pêwîst e, da ku rewş aram bibe û alozî mezintir nebin û neghê asta ku nakokî di nava civaka Iraqê de çêbibe. Pêwîst e em û Bexda weke 2 cîran diyalogê bikin.”

Dizayî wiha got: “Ji erkê Hikûmeta Kurdistanê ye ku dengê gelê Kurdistanê bighîne hemû cîhanê, da ku welatên parêzer ji demokrasî û mafê mirovan re bên ser xetê û rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re bigrin.”

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê amaje bi wê yekê kiriye ku avabûna dewleta Kurdistan bê astengî nabe, lê sezakirina gelê Kurdistanê bi awayekî komel, nedihat çaverêkirin. Derbarê pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê jî, Dizeyî dibêje, jibilî ku rêkeftineke dûr û dirêj di navbera herdu aliyan de heye ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê bi riya axa Tirkiyê, herwiha heta niha hinardekirina petrola Kurdistanê bi riya Tirkiyê nehatiye rawestandin û Tirkiyê sînorê xwe jî negirtiye, “lewma jî em dibînin ku ew guvaşên ser Kurdistanê demkî ne û dê ev nexweşî û qonaxa dijwar derbas bibe.”