Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Almanya: Em ji bo gotûbêjeke vekirî û bêmerc amade ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê got: “Gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandum îradeya gelê Kurdistanê derxistiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Sêşem 10.10.2017, li Selahedînê li gel Balyozê Almanya li Iraqê Sîrîl Nan hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên piştî referandûmê ragihand û got, ku aramî û silametiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wî gelek girîng e.

Sîrîl Nan daxwaz kir ku aloziyên di navbera Hewlêr û Bexda de werin çareserkirin û diyar kir, ku Almanya amade ye ji bo çareseriyê alîkariyê bide herdu aliyan, ji ber ku ev rewş ziyanê dide herdu aliyan.

Serok Barzanî jî da xuyakirin, ku gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandum îradeya gelê Kurdistanê derxistiye.

Serok Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistanê naxwaze alozî zêde bibin û ew amade ne li gel Bexdayê bêyî merc û bi ajandayekî vekirî guftıgoyê bikin.