Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi Saya Teyrê Baz Em Dibin Xwediyên Xaka Xwe

 

Konê Reş

 

Ezbenî! Kes nikare çavên teyrê Baz girêde..! Kes nikare ronahiya di çavên wî de bitemirîne.. Qet û qet basko nabe.. Her û her azadî armanca wî ye.. Serxwebûn hêviya wî ye.. Çiyayên bilind mala wî ye.. Daxwaza wî ku, ewrên bi baranê avis di ser welatiyên wî re bibarin.. Xak û niştimaniya welatiyên wî talan nebe..

 

Ezbenî! Ewên ku li daholê dixînin, bîr nabin ku teyrê Baz bi şêweyê xwe bersiva welatiyên xwe vedigerêne û dibêje; welatiyên min di welatê xwe de ne mêvanên rûmetê ne, ew xwediyên xaka welatê xwe ne û eger hûn bawer nekin ji xakê bipirsin?!

 

Ezbenî! Pêwîst e em mukur bên û bêjin; niha em di rojên dijwar û dîrokî re derbas dibin.. Berê jî, em di gelek rojên zehmet û dijwar re derbas bûne û darên daristanên me, bi saya teyrên Baz şipya man û nehatin tewandin..

 

Ezbenî! Bawer bike xak diaxife! Xak û teyrê Baz bi hev re diaxifin..! Ji ber ku bi hev re hatine hunandin..! Yek hêza xwe ji asmanê jorî û yek hêza xwe ji welatiyên dilsoz û birûmet distîne û bi pîrozkirina Yezdan Kurdistan ava dibe.. Kurdistanek aram, hêmen, demokrat ava dibe.. Kurdistanek ku (Mîh û gur tê de bi hev re

biçîrin..!).

 

Erê ezbenî! Bi saya teyrê Baz û welatiyên wefadar û dilsoz, êdî nema em mêvanên rûmetê ne di welatê xwe de, em xwediyên xaka welatê xwe ne..

 

Qamişlo, 09/10/2017