Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Yekîtiya Ewropa: Bo navbeynkariya diyaloka Hewlêr û Bexdayê em amade ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku Kurdistan amade ye bo diyalogeke vekirî. Yekîtiya Ewropa jî ragihand ku ew amade ne ku rolekê di diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne.

Îro Dûşema 09.10.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ramon Bilêkwa Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê li Yekîtiya Ewropa û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.
Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê xweşhaliya xwe nîşan da ku di destpêka destbikarbûna xwe da kariye serdana Kurdistanê bike û li gel Serok Barzanî bicive. Paşê spasî Herêma Kurdistanê kir ji bo wan hevkarî û hemahengiya berdewam li gel Yekîtiya Ewropa û wan hemû rêxistinên navdewletiyan jî ku li warê hevkariya mirovî li Herêma Kurdistanê kar dikin, helwesta gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hewandina koçberan de bilind nirxand.
Her di vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên Iraqê û referanduma gelê Kurdistanê û karvedanan de danustandina bîr û ramanan kirin. Şanda Yekîtiya Ewropa amadehiya xwe ji bo wê yekê derbirî ku li çarçêweya hewlên navdewletiyan yên ji bo aramî û diyaloga li navbera Hewlêr û Bexda de, rolekî bi bandor hebê û dixwazin ew qeyrana niha heye li rêya diyalogê bê çareser kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan hêviya serkeftinê li erkê nû yê Ramon Bilêkwa xwest. Di derbarê hewla navdewletî ya ji bo rêxistina diyaloga li gel Bexda, Serok Barzanî tekez kir me berî encamdana referandûmê jî ragihand ku piştî birêveçûna referandûmê amadeyîn ji bo guftûgoyekî vekirî, niha jî Kurdistan amadeye ji bo diyalogê bi ajandayekî vekirî û bêyî hîç mercek û demek jî guftugoyê didin. 
Attachments area