Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemanterê PDKê: Bo danûstandinên Hewlêr û Bexda hewlên baş hene

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Erefat Kerem ragihand ku hewlên baş hene ji bo destpêkirina gotûbêj û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Îro Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Derbarê wê civînê de, Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Selîm Cibûrî ligel Serok Barzanî civiya ji bo ku nêrîna wî nas bike û peyama wî jî peyama aştiyê bû ji bo ku gotûbêj di navbera Hewlêr û Bexda de destpê bikin. Herwha Serok Barzanî tekez kir li ser diyalogê û da zanîn ku zimanê gef û dorpêçkirinê nebaş e. Cibûrî jî xwedî hemal helwêstê bû. Serok Barzanî tekez kir ku pêwîst e gotûbêjeke cidî û vekirî bê kirin ku hemû pirs tê de bên behskirin. Bi giştî ew civîn serkeftî bû.”

Dr. Erefat Kerem wiha got: “Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pêwîst e pirsgirêk li nava Iraqê bên çareserkirin û welatên cîran destêwerdanê nekin, ku Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê gelekî hewla çareserkirina pirsgirêkan daye, lê Bexda guh nedaye wê. Lê niha pêwîstî bi diyalogê heye û demeke diyarkirî bo çareserkirina pirsgirêkan hat diyarkirin, ji ber ku xelkê Kurdistanê biryara xwe dane û nabe dengê wan vala biçe.”

Kerem wiha domand: “Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku pêwîst e bi zûtirîn dem cezayên li ser Kurdistanê bên rakirin û ew ceza nayên qebûlkirin. Serokê Parlamentoya Iraqê jî xwedî heman nêrîn bû. Herwiha Serok Barzanî amaje bi referandumê kir û got ku referandum mulkê xelkê Kurdistanê ye, ne yê kesekî ye û referandum nayê hilweşandin.”

Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Erefat Kerem ragihand ku hewlên baş hene ji bo destpêkirina gotûbêj û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.