Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nûnerê PDKê: Şîrketeke din ji Rûsya dê li Kurdistanê karê petrolê bike

Rûsya-KDP.info- Nûnerê PDKê li welatê Rûsya Dr. Xoşewî Mela Îbrahîm ragihand ku şîrketeke Rûsî nû dê bê Başûrê Kurdistanê û veberhênanê di warê petrolê de bike.

Piştî şîrketa Rosneft, niha çend şîrketên din ên Rûsya ragihandine ku ew amade ne ku karê veberhênanê di sektora petrolê de li Kurdistanê bikin. Li gorî ajansên Rûsya, êdî pêwendiyên Rûsya û Kurdistanê berfirehtir dibin.

Derbarê wê yekê de, Nûnerê PDKê li Rûsya Dr. Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “%85 ji dahata Rûsya li ser petrol û gazê ye. Şîrketa Rosneft a mezin li Rûsya bi qasî 4 milyar dolaran ji bo kişandina boriya gazê diyar kiriye. Herwiha şîrketa Zerobêş Neft jî ku wek Rosneft mezin e, ligel Serokwezîrê Kurdistanê civiya ne ji bo ku karê veberhênanê di pertolê de bikin li Kurdistanê. Ew şîrket li derveyî Rûsya kar dike û dibêje ew amade ne ligel Kurdistanê dest bi karê petrolê bikin.”

Dr. Xoşewî wiha got: “Serokê Rosneft gotiye, emê berdewam bin li ser karê xwe li Kurdistanê û niha Gaz Prom rojane 5 hezar bermîl petrol li Kurdistanê berhem dike û dişîne derve û bi hatine Serokê Rûsya bo Enqere jî bandor li ser Enqere jî hatiye kirin, ku ji wan re got, nabe hûn guvaşan li Kurdistanê bikin û divê hinardekirina petrola Kurdistanê berdewam be. Rûsya dixwaze petrola Kurdistan û Azerbêjan di bin kontrola wê de bin û Ewropa sûdê ji wan nebîne, da ku Ewropa ji bin bandora Rûsya dernekeve.”