Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Selîm Cibûrî tekez li ser gotûbêjan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiyan û herdu aliyan tekez kirin li ser gotûbêjan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Îro 08.10.2017ê li Selahedîn serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî kir.

Di hevdîtinê de danûstandin li gel pêşhateyên siyasî yên Iraqê û referanduma gelê Kurdistanê û bandorên wê hatine kirin.

Di heman hevdîtinê de jibilî teqezkirina pêwîstiya parastina seqamgirî û asayiş û dûrketina li girjî û tundiyê, amaje bi vê yekê jî hate kirin ku rewşa siyasî divê bê aramkirin û li gor prensîbên gotûbêjan danûstandin pêk bên û bi beşdariya hemû aliyan, ew jî ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Hewlêrê û Bexdayê.