Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî, Ellawî û Nuceyfî li ser çar xalan lihev kirin

 

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Cîgirên Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî li ser çawaniya çareserkirina mijar û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê civiyan û li ser çar xalan li hev kirin.


Civîn îro roja şemiyê 7ê Cotmeha 2017an lî şîna Mam Celal li bajarê Silêmaniyê hate pêkanîn.

Di vê civîna sê alî de li ser rewşa niha ya Iraqê û çawaniya çareserkirina babet û pirsgirêkên peywendîdar ên bi qada siyasî, gotûbêj kirine.

Herwiha hat diyar kirin, ku Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihandiye, ku amadebûyên civînê li ser 4 xalên li jêr li hev kirine.

1 - Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên serekî yên Iraqê de ji bo aramkirina rewşê.

2 - Civîn li ser ajendaya vekirî bêne encamdan.

3 - Demildest rakirina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê.

4 - Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.