Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Ti kes bi qasî min hest bi valatiya Mam Celal nake

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû serdana gora Celal Talebanî li Dabaşana Silêmaniyê û got: “Valatiya ku Mam Celal çêkiriye, ti kes bi qasî min hest pê nake.”

Piştî ku Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî duh êvarî li nêzîkî mala xwe ya li Dabaşana Silêmaniyê hate bixakspartin, îro jî bi hezaran kesserdana gora wî dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî careke din çûne ser gora Mam Celal û gul danîn ser gorê.

Serok Barzanî di dema serdanê de ji rojnamevanan re axivî û got: “Koça dawî ya Mam Celal xem û wendahiyeke mezin e. Ti kes bi qasî min hest bi valatiya nebûna Mam Celal nake. Dema pirsgirêkek çêdibû min û Mam Celal bib telefonekê çareser dikir. Hêvîdar im em hemû li dîroka xwe binerin û ji bo gihiştina armancên xwe yên nîştîmanî xeletiyan dubare nekin.”

Mesûd Barzanî diyar kir, ku ji hemû deman zêdetir pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye. Ev jî tekane daxwaza Celal Talebanî bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku wan herdem xwestiye li gel Bexdayê bi xweşî pirsgirêkan çareser bikin û got: “Hêvîdar im ev yek bibe derfet da ku Iraq jî bi xwe de biçe.”