Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî taceke gulan danî ser termê Mam Celal

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Firokexaneya Silêmaniyê pêşwazî kir li termê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî û taceke gulan danî ser termê wî.

Termê Mam Celal ji Almanya gihîşt Kurdistanê û bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî merasîmeke mezin ji bo pêşwazîkirina li termê Mam Celal birêve diçe.
Serok Barzanî li Firokexaneya Silêmaniyê taceke gulan li ser termê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî danî.
Beriya niha Serok Barzanî di peyamekê de dilgiraniya xwe li hember koça dawî ya Mam Celal nîşan dabû û hefteyek şîn li Başûrê Kurdistanê ragihandibû û biryar e jî sibe li tevahiya Kurdistanê taziya Mam Celal birêve biçe.
Mam Celal di temenê 84 saliyê de koça dawî kir.