Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî tevlî merasîma pêşwazîkirina termê Mam Celal bû

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bo pêşwazîkirina termê Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî çû Firokexaneya Silêmaniyê.

Serok Barzanî çû Firokexaneya Silêmaniyê û tevlî merasîma pêşwazîkirina termê Mam Celal bû.
Termê Mam Celal ji Almanya gihîşt Kurdistanê.
Mam Celal di temenê 84 saliyê de koça dawî kir.
Beriya niha Serok Barzanî di peyamekê de dilgiraniya xwe li hember koça dawî ya Mam Celal nîşan dabû û hefteyek şîn li Başûrê Kurdistanê ragihandibû û biryar e jî sibe li tevahiya Kurdistanê taziya Mam Celal birêve biçe.