Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Revenda Kurd li Ewropa bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê dê xwepêşandanan bike

Hewlêr-KDP.info- Di bin navê “Bangewaziyek ji bo revenda kurd li tevaya Ewropa ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê ligel Başûrê kurdistanê” Kurdên Ewropa dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Revenda Kurd li Ewropa daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Weku wefadariyek ji xwîna şehîd û qurbaniyên gelê Kurd re, em bang li revenda kurdî li tevaya Ewropa dikin ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li tevaya Ewropa ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê kurd li Başûrê kurdistanê ya hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.

Ji ber guhertin û pêşhatên niha li Kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina piroseya giştpirsiya dîrokî ya ji bona serxwebûnê hevdem ligel guvaş û fişarên mezin û şerê piropagenda yên hikûmeta Iraqê ligel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê kurd yên ji bona bidestxistina azadî û serxwebûna xwe.


Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî (ENKS) li Ewropa û ligel Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK) û wek erkekî netewî û pêwîst piştgiriya gelê me li Başûrê Kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda Kurdî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û sercem sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û mediyakaran dikin ku rabin bi lidarxistina xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li welatên lê dijîn, tevlî xwepêşandana li roja duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya avahiya parlamentoya Ewropa li Beljîka (Biroksil) li demjimêr 11:00, hêvîdar in ji hemû dilsoz û xemxwarin doza xwe li heman rojê amade bibin li pêşiya wan balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka digel hilgirtina Ala kurdistanê bi tenê.

Xalên xwepêşandanê li Almaniya:
1- Balyozxaneya Amerîka li Berlîn.
2- Qonsilxaneya Amerîka li Miyonix (München)
3- Qonsilxaneya Amerîka li Frankfurt
4- Qonsilxaneya Amerîka li Düsseldorf.
5- Qonsilxaneya Amerîka li Hamburg.
Herwiha li dewletên din xwepêşandan wê bêne lidarxistin li pêşiya balyozxaneyên Amerîka li paytextên wan welatan.

Nûnertiya ENKSê li Ewropa
Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK).”