Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdistan dikare petrola xwe bi rêyeke din bişîne derve

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Tirkiyê piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bi pilan dest bi guvaşan dike û yek ji wan karan dixwaze hinardekirina petrola Kurdistanê bo derve ku boriya petrolê bi riya Tirkiyê diçe, rawestîne. Psporên Kurd dibêjin Kurdistan dikare bi rêyeke din petrola xwe hinarde bike.

Berpirsên Tirkiyê bi eşkere dijayetiya xwe bo referandumê nîşan didin û ligel hikûmetên Îran û Iraqê hewl didin Başûrê Kurdistanê dorpêç bikin.

Petrola Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê diçe Bendera Ceyhan û li wir tê firotin, lê niha Hikûmeta Tirkiyê gefê dike ku ewê wê boriyê bigrin û petrola Kurdistanê bi riya Tirkiyê re nayê hinardekirin, lewma jî psporên Kurd di van çend rojan de behsa riyên din ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê dikin.

Sûriya ew rê ye ku beşek ji psporên Kurd hizra wê dikin. Rûsya jî niha li Sûriyê roleke mezin û girîng dibîne, lewma jî Kurdistan dikare sûdê ji helwesta erênî ya Rûsya li hemberî referanduma Başûrê Kurdistanê bibîne û riya Sûriyê bikar bîne ji bo hinardekirina petrola xwe.

Herwiha wek em dizanin rêkeftinên mezin ên petrol û enerjiyê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rûsya de hatine îmzekirin.

Roja 28ê vê mehê li Tirkiyê Serokê Rûsya Vladîmêr Pûtîn ligel Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan civiya û derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan beriya niha helwesta xwe ragihandiye.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Rûsya ku beriya gotina Pûtîn hatibû belavkirin, Rûsya rêzê li îradeya gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê digre.

Nûnerê PDKê li Rûsya Xoşewî Mela Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Rûsya li Sûriyê roleke mezin dibîne, lewma jî Kurdistan dikare bi riya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê petrola xwe bişîne bişîne derve, ku rêyeke baş e.”

Xoşewî Mela Îbrahîm wiha got: “Êdî baweriya Rûsya bi Tirkiyê nemaye. Ew dizanin Enqere li ser çend aliyan dilîze. Bêguman im jî ku Rûsya dê bihêle Tirkiye helwesta xwe li hember Kurdistanê bughere. Rûsya dixwaze li Başûrê Kurdistanê şûna Tirkiyê bigre.”

Mezintirîn Şîrketa Petrolê ya Rûsyayê, Gazprom Neft ragihand, dê çend projeyên din ên di ware enerjî û sektora petrolê ya Kurdistanê de cîbicî bike û da xuyakirin: “Em bi Herêma Kurdistanê re li ser 10 blokên nû yên petrolê di gotûbêjê de ne.”


Gazprom Neft a Rûsyayê diyar kir: “Em di xebat û karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê ya di warê gaz û petrolê de gelek geşbînin di paşerojê de. Li Germiyanê em li ser karê xwe berdewam in û li wê derê me nêzîkî 8 milyon ton petrola yedek peyda kiriye û em li ser karên xwe berdewam in. Me bîra yekem temam kiriye û niha me dest bi kolandina bîra duyem (a petrolê) kiriye.”

Gazprom Neft herwiha dibêje: “Her çend rewş hesas e, lê Gazprom Neft dixwaze li Sergelo rojane 7 hezar û 631 bermîlên petrolê berhem bihîne. Di sala dahatî de jî em dê asta deranîn û berhemanîna petrolê li Sergelo bo 13 hezar û 455 bermîlan di rojekê de zêde bikin.”

Serokê Şîrketa Middle East ku beşek ji Şîrketa Gazprom Neftê ye, Sergey Petrov got: “Em amade ne dest bi lêgerînê di projeya nû ya neftî (petrolê) de bikin, niha Şîrketa Gazprom Neft bixwe li gel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser 10 blokên nû yên petrolê di gotûbêjê de ye.”


Attachments area