Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin bi aştiyane bighên serxwebûnê

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, gelê Kurd dixwaze bi aştiyane û bi riya proseyke demokrasî raya xwe bibêje û biryarê li çarenivîsa xwe bide.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, li ser binemaya encama referandûmê, guftûgoyê ligel Bexdayê bikin û ji hemû aliyan re radigihînin, gelê Kurdistanê dixwaze berve serxwebûnê biçe.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, pêwendiyên baş ligel Tirkiyê hene, Tirkiye hevkariya Kurdistanê kiriye û di hemû deman de. Tekez kir jî, ev prose ji encama bêbaweriya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê biryara wê hate dayîn, roj bi roj mafên Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê hatin binpêkirin.

Hêvî xwast, Tirkiye têbigihe wan sedemên ku ji ber wê gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û di dahatûyê de jî bi guftûgo tevahiya pirsgirêkan çareser dikin.

Li ser gefên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, gefên duh yên Ebadî, biryarên rêjîmên berê yên Iraqê û “Encûmena serkirdayetiya şoreşê yê Iraqê yê berê” anî ber çavan.

Tekez kir jî, ti tiştekî me yê veşartî nîn e, her tişt ron û zelal e. Firokxaneyên me ji bo pêşwaziya li koçberan me bikar anî, ku hikûmeta Iraqê deriyên xwe li pêş wan girtin.

Tekezî li ser wê kiriye, bi ti awayekî bîr li tundûtûjiyê nakin û hemû riyan ji bo guftûgoyê digirin ber.