Kerkûk-KDP.info- Berpirseke pilebilind ji Komîsyona Hilbijartinê li Kerkûkê dibêje, rêjeya beşdariya xelkê Kerkûkê di referandumê de bilind a û hemû neteweyên Kerkûkê jî bi bê cudahê dengê xwe didin.
Cîgirê Serokê Fermangeha Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê Dilsoz Reza Ebas ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro saet 8 li Kerkûkê deriyê navendên hilbijartinê hatin vekirin û welatî ji sibehê ve bi rêjeyeke bilind serdana wan navendan dikin û dengê xwe didin.”
Ebas wiha got: “Pêkhate û neteweyên Kerkûkê bê cudahî di referandumê de beşdar dibin û ti pirsgirêkek li Kerkûkê çênebûye.”