Silêmanî-KDP.info- Îro danê sibehê, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê.
Îro Duşemê, piştî vekirina dergehên dengdanê yên referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Mihemedê Hacî Mehmûd li yek ji navendên dengdanê ligel malbata xwe dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.