Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerîm: Kerkûk aram e..Emê jiyaneke bextewer bo pêkhateyan dabîn bikin

 

Kerkûk-KDP.info- Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di binkeyek dengdanê yê li Kerkûkê de dengê xwe yê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bikaranî û ragihand ku rewşa Kerkûkê aram e û emê jiyaneke bextewer bo pêkhateyan dabîn bikin.

Parêzgerê Kerkûkê di daxuyaniya xwe de ragehand: ‘’Îro rojeke di jiyana me hemûyan de me pir bîr lê kiriye û ji bo nifşên nû û neviyên xwe em behsa wê bikin ku ew roj roja pêngavên bo serxwebûna Kurdistanê hatî avêtin û ez piştrastim ku hemû gelê Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin ve diçin ser sindoqên dengdanê ku xewnên bav û bapîrên me bibin rastiyek.’’
Herwaha Necmedîn Kerîm got: ‘’Hêvîdar im li gel hemû aliyan guftûgo pêkbê, dost û hevpeyman û welatên cîran bi piştrastî dibêjim dê bên pêş û divê alîkarî bikin ku çawa bi awayeke aştîxwazane em bikarin vê proseyê ber bi pêş ve bibin.’’
Parêzgerê Kerkûkê amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Daxwaz li berpirsên Bexdayê dikin, divê piştî referandûmê em li gel yek bikevin diyalogê, raste vê demê hindekê dûrketin hebûye, lê îro dengdane, hêvîdarim em bikarin pêşerojek baş bo hemû gelê Kerkûkê bê holê.’’