Hewlêr-KDP.info- Berûvajî hemû daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê û nêrîna kesayetiyên siyasî û pisporên aborî, îro tevgera bazirganî di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de asayî ye.
Parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî îro li yek ji navendên dengdanê li bajarê Dihokê dengê xwe da û tekez kir ku tedbîrên baş ji bo birêveçûna piroseya referanduma serxwebûna Kurdistanê hatine kirin.
Ji ber biryara referanduma Başûrê Kurdistanê helwesta Îran û Tirkiyê nerênê bû û dihat gotin ku eger referandum birêve biçe dibe ku ew sînorên xwe ligel Kurdistanê bigrin.
Etrûşî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ku peyamnêrê KDP.info jî li wir amade bû, ragihand: “Berûvajî wan gotinan, pevguhertina bazirganî û hatinûçûna geştiyarî di nava 10 rojên borî de di sînorê Îbrahîm Xelîl de zêdetir bûye.”
Peyamnêrê KDP.info li navçeyên sînorî ku romala referandumê dikin, tekez dikin ku tevgera bazirganî û geştiyarî di xalên sînorî yên ligel Komara Îslamî ya Îranê, asan e.