Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê çû ser sinduqa dengdana referanduma Başûrê Kurdistanê û got Erê ji serxwebûna re.

Ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê proseya denganê îro saet 08.00ê dest pê kir.
Serok Barzanî jî li Pîrmamê deng da. Di dema bikaranîna deng de hejmareke zêde yê rojnamevanan li bingeha dengdanê amade bûn.
Serokê Kurdistanê ligel guvaşên zêde yên civaka navdewletî û welatên cîran û Iraqê ji bo ku referandum neyê kirin, lê ew rijd bû li ser encamdana referandumê bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê û bi piştevaniya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê referanduma birêve diçe.
Duhî jî Serok Barzanî daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.