Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Başûrê Kurdistanê dibêje ERÊ ji serxwebûna Kurdistanê re

 

Hewlêr-KDP.info- Li Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî îro 25-09-2017, ji bo giştpirsiya serxwebûnê diçin ser sindoqan.


Îro li Başûrê Kurdistanê rojeke dîrokî ye. Başûr îro ji bo guhertina dîroka 100 salî gaveke pir giring diavêje. Bi giştpirsiya îro gel biryara derbarê serxwebûn û avabûna dewleta Kurdistanê biryarê dide.

Proseya dengdanê li Başûrê Kurdistanê wiha ye:

Dengdêrên Başûrê Kurdistanê li gorî dema Hewlêrê di navbera demjimêr 08.00 - 18.00ê de dengên xwe bikar tînin.

Giştpirsî dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce, Kerkûkê û herwiha navçeyên Xurmatû, Xaneqîn, Mendelî, Celewla, Qeretepe, Şingal, Mexmûr, Tilkêf, hemdaniyê, Şêxan, Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertileyê proseya dengdanê birêve biçe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan beriya niha eşkere kiribû, ku bi tevê navçeyên Kurdistanî yên nakok, dê zêdetirî 5 milyon 200 hezar kes xwediyê mafê dengdanê be.