Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Bo paşerojeke baştir bêjin, Erê ji serxwebûna Kurdistanê re

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina roja referanduma serxwebûna Kurdistanê, ji xelkê Kurdistanê re got ku ji bo paşeroje baştin bêjin: Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Sibe 25ê Îlonê roja referanduma serxwebûna Kurdistanê, roja diyarkirina çarenivîsê ye, roja biryardane li paşerojeke baştir jib o me bi xwe û nivşên me, roja avêtina pêngavan ber bi dabînkirina xewna bi hezran şehîd û enfalkirî û kîmyabarankirî û revadiyan e, roja serxistina Kurdistanê û gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên netewî û olî ve, roja bicihanîna erkê niştimanî û netewî yê me ye. Rojek e ku divê têde em hemû nakokî û milmilanî û nîgeraniyên xwe bidin aliyekê û bi coş û kelecanê ve biçin ser sindoqên dengdanê û bêjin, Belê bo serxwebûna Kurdistanê.”

Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Sibe heta ku beşdariya we zêdetir be û dengê we yê Erê di referandumê de zêdetir be, dê hêzeke mezintir bide Kurdistanê û garantiyeke mezintir jî bide mafê we û herwiha derfeteke bihêztir dide Kurdistaneke serbixwe, lewma jî bila em hemû sibe pêkve û bi aramî û di rewşeke şaristanî û azad û demokrat de bêjin: Erê ji serxwebûna Kurdistanê re, Erê ji jiyan û paşerojeke nû û Erê ji pêwendiyeke dostane ligel cîranên me û ligel cîhanê.”