Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Necmedîn Kerîm: Kerkûk aram e..Bo paşeroja xwe bêjin ERÊ

 

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li ser birêveçûna referandumê li vê parêzgehê ragihand, “sibe bo me rojeke dîrokî ye û cara yekem e ku gelê me bi azadî diçe ser sindoqan bo diyarkirina çarenivîsa xwe.” Herwiha Kerîm got ku Kerkûk aram e û ji xelkê Kerkûkê ji re got ku ji bo paşeroja xwe deng bidin ERÊ.


Necmedîn Kerîm îşev duşemî 24ê Îlona 2017ê li bajarê Kerkûkê têkildarî birêveçûna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê konfranseke rojnamevanî saz kir.

Di vê konfransa rojnamevanî de, Necmedîn Kerîm tekez kir, ku sibe dê referandum li Kerkûkê were encamdan û tekez kir, ku “piştî gelek gotinên derbarê referandumê de, êdî sibe ew derbasî qonaxa pratîkê û karkirinê dibin.”

Kerîm amaje bi rewşa Kerkûkê û gotegotên derbarê tirsa ji şer û aloziyan de kir û got, rewşa bajêr û bazarê li Kerkûkê gelek asayî ye û her weke rojên berê ye û diyar kir, ku gotinên derbarê tirsa ji şer û aloziyan nerastin.

Parêzgarê Kerkûkê herwiha peyamek da partiyên tirkmen û destnîşan kir: “Em paş referandumê dikarin li gel her aliyekê rûnin û deriyên gotûbêjê vekirî ne. “

Kerîm herwiha da xuyakirin: “Em her karekî li Kerkûkê bikin, dê bi nêrîn û rêkevtina hemû aliyan be.”