Amed-KDP.info- Parêzerên 16 bajarên Bakurê Kurdistanê piştevaniya xwe bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dan û daxwaz ji Tirkiyê kirin, li dijî referandumê dernekeve.
Baroyên (yekitiya parêzeran) 16 bajarên Bakûrê Kurdistanê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de, piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin ku mafê her miletekî ye bi destê xwe qedera xwe destnîşan bike ji ber wê jî divê her kes hurmeta îradeya gelê Herêma Kurdistanê bigire.
Parêzerên Bakurê Kurdistanê bang li Tirkiyê jî kirine, li şûna ku ji referandum û serxwebûna Kurdistanê bitirse bila pêwendiyên xwe bi wê herêmê re pêş bixîne, çimkî eger Tirkiye dereng bimîne dê firsendê bide destê Îran, Iraq yan jî welatekî din.
Baroyên ku daxuyanî îmze kirine, ev in:
Baroya Semsûrê
Baroya Agirî
Baroya Batmanê
Baroya Bitlîsê
Baroya Çewlîgê
Baroya Dêrsimê
Baroya Diyarbekirê
Baroya Colemêrgê
Baroya Qers-Ardaxanê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê