Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Mîr Tehsîn: Êzdî dê bighên hemû mafên xwe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û Encumena Rûhanî ya Êzdî kir û di wê hevdîtinê de Mîrê Êzdiyan tekez kir ku welatê wan Kurdistan e û Êzdî qet pişta Kurdistanê bernadin û dê hemû dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Îro Şemiya 23-9-2017ê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Babe Şêx û Encumena Rûhanî ya Êzdî û şandeke berfireh ji kesayetiyên akadîmî û rewşenbîrî û rûsipiyên Êzdî kir.

Di wê hevdîtinê de di serî de Mîr Tehsîn Beg ragihand ku ew hatine piştevaniya temam a Kurdên Êzdî bo referanduma serxwebûna Kurdistanê bighînin Serok Barzanî û tekez jî kir ku Kurdistan welatê wan e û Êzdî wet pişta Kurdistanê bernadin û hemû jî amade ne dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê. Herwiha got: “Êzdî di xweşî û nexweşiyê de ligel Kurdistanê ne.”

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî jibilî bixêrhatina şanda pilebilind a Kurdên Êzdî, ragihand ku Êzdî 2 caran rastî xedrê hatine kirin, carekê ji ber ku Kurd in û carekê jî ji ber ku Êzdî ne, lê nabe ew karesatên ku hatine serê gelê Kurdistanê careke din dûbare bibin û Êzdî û hemû pêkhate dê di saya serxwebûna Kurdistanê de bighên hemû mafê xwe.

Serok Barzanî herwiha da zanîn ku me gelek guvaş dîtin heta ku karîn mafê pêkhateyên Kurdistanê di destûra Iraqê de biçespînin, lê di saya serxwebûna Kurdistanê de, emê bi xwe destûrê xwe binivîsînin û emê tevahiya mafên hemû pêkhateyan tê de garantî bikin.