Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser peyama Bavel Talebanî ku di derbarê giştpirsiyê de hatiye belavkirin ragihand: “Ti agahiya me li ser rêkeftineke bi vî rengî tune ye.”
Berdevkê PDKê herwiha aşkere kir: “Em bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re kete têkiliyê û wan piştrast kirin ku tiştekî bi vê mijarê li holê tine ye. Piştî demeke kin Birêz Bavel Talebanî dê derewbûna wê daxuyaniyê ragihîne.”
Deqê daxuyaniya PDKê:
Piştî belavbûna daxuyaniyekê bi nave Bafil Talebanî ku, tê de behsa rêkeftinekê derbarê referandomê di navbera PDK û YNKê de dike, em weke PDKê bi ti rêkeftinan nehatine agehdarkirin û me pêwendî bi YNKê re kir û gotin ew babeta ti bingeha wê nine û piştî demeke din Bafil Talebanî bi xwe tekeziyê li ser nerastbûna wê daxuyaniyê dike.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê PDKê
23ê Îlonê 2017