Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî li Silêmaniyê: Armanca referandumê tenê serxwebûn e

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Silêmaniyê di kernavala piştgiriya referadoma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, ti şanaziyek ji vê mezintir nîn e ku li nava vî bajarî xweşewîst xwe amade bikin û bibêjin belê ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Ev jî deqê gotara Serokê Herêma Kurdistanê:

Bi navê xudê yê mezin û dilovan
Xuşik û birayên xoşewîst
Cemawerên bajarê Şêx Mehmûd, Nalî, Pîremêr, Pêkes, Mihewî û salim
Bajarê hilmet û qorbaniyan
Paytexta rewşenbîriyê
Ti şanaziyek ji vê mezintir nîn e ku li nava vî bajarî xweşewîst xwe amade bikin û bibêjin belê ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Min dizanîbû ku, Silêmanî her dem bi pêşenge di xebat û têkoşînê de di sala 1925, sala 1930 û sala 1963 tehediya Sedîq Mestefeyan kir, gencên Silêmaniyê li hember Sidîq Mistefa rawestiyan û mirin dan pêş çavên xwe û qebûl nekirin ku sivikiyê bi Mela Mistefa neye bikin.

Silêmanî malbenda Kurdayetiyê yê û di sala 1943an de Barzanî ji Silêmanî  vegeriya Barzan, bi hevkarî û piştevaniya Şêx Mehmûd Hefîd.

Îro jî ez di wê baweriyê de me hunê di 25ê Îlonê pêşeng bin û bêjin belê bo serxwebûnê û Silêmaniyê qet jêrdestiyê qebûlnake.
Birêzan..babeta referandomê babetekî serkeye di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê tê kirin, ew jî berhema xwîna şehîdan e,biryara referandûmê ne yê kesekî ye û ne partîtî ye, belkû biryara xelkê Kurdistanê ye.

Ev biryar hate standin ji ber ku, Hikûmeta Bexdayê pabendî destûrê nebû û destûr binpê kir, ji ber wê gelê Kurdistanê neçar bû biryareke din bide. Biryar bû li Iraqê dewleteke federalî û medenî ava bibe, lê îro dewleta olî û taifî li Iraqê heye, me jî ne li ser wê rêkeftibûn.

Hin kesan digotin ku referandûm biryara du partiyan e, ne ya tevahiya Kurdistan ye û behsa wê yekê dikirin ku ev prose tenê ji bo fişareke siyasî ye, lê ew biryar pir ji mej ve ligel welatan tê behskirin.

Niha dema dîtin ku Kurdistanî yekdeng û yek helwestên û parlemen hatiye çalakkirin û ti hincetek jî nemaye, niyet û mebesta tevahiya wan ji me re eşkere bû û dema Bexda jî dît ku helwesta navnetewî hinek tund e, ew jî helwesta xwe tundtir kir û her pêşniyarek red kir û lazime her kes bizane ku referandum amrazeke bo gehêştin bi armanceke pîroz ku ew jî serxwebûn e.

Sala borî bi şandeke mezin me serdana Bexdayê kir, me ji wan re got di hevpariyê de me şikestî anî, bila em bibin du cîranên baş. Hinan ji wan, helwestên wan nerm bûn, hinan jî xeyalên wan fereh bûn û wiha dizanîn ku yekrêzî nîn e, lê hemû camewerê Kurdistanê ji serxwebûnê re yekrêz in, yek partî ne û tekez kirin ku em hemû di çarçova partiya Kurdistana serbixwe de ne.