Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Wezîrê Brîtanya: Bê garentiyeke navdewletî em referandumê paş naxin

 

Hewlêr-KDP.info- Di bersiva daxwaza Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya bo paşxistina referandumê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand bê garentiyeke navdewletî Kurdistan referandumê paş naxe.

Serok Barzanî di bersiva daxwaza Michael Fallon a bo paşxistina referandumê de ragihand: “Ew alternatîvên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, garantiya gotûbêja bo serxwebûnê û amadebûna Bexdayê bo destpêkirina gotûbêjên li ser serxwebûna Kurdistanê têde nebûne, ji ber wê referandum tenê ji bo gotûbêjkirina li gel Bexdayê û bêyî ku were zanîn, ka li ser çî ye û çi garantiyeke navdewletî dê hebe, nayê paşxistin.”

 


Di civînê de Wezîrê Berevaniya Brîtanya keyfxweşiya xwe li hember hevdîtinê nîşan da û pêwendiyên dîrokî yên navbera Brîtanya û gelê Kurdistanê bilind nirxand û tekezî li ser berdewamî û xurtkirina wan pêwendiyan kir.

Michael Fallon amaje bi proseya rahênan û perwerdeya Hêza Pêşmerge kir û ragihand, ku alîkariyên serbazî yên Brîtanya bo Kurdistanê dê berdewam bin.

Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê amaje bi wê jî kir, ku ew daxwaz dikin referandum were paşxistin û li hember wê proseyeke diyalogê li gel Bexdayê were destpêkirin û ew prose jî bi acendayeke vekirî û di bin serpireştiya civaka navdewletî de be.

Serokê Herêma Kurdistanê bi xêr hatian şanda Brîtanyayê kir û spasiya Brîtanya û civaka navdewletî kir, ku di şerê li dijî terorîstan de piştevanê gelê Kurdistanê bûne û tekezî li ser berdewamî û xurtkirina wan pêwendiyan kir.

Derbarê daxwaza paşxistina referandumê de Serok Barzanî bi kurtî ji şanda mêvan re behsa wan nexweşî û karesatan kir, ku li Iraqê hatine serê gelê Kurdistanê û ragihand, ku roja 7ê Hezîranê piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê bi piştevaniya gelê Kurdistanê roja encamdana referandumê destnîşan kirin, lê belê biryara referandumê bi xwe di vê rojê de nehatiye dan, belku bi dirêjahiya salên bihorî me çendîn caran Bexda agahdar kiriye, ku eger li ser binpêkirina destûr û nehêlana hevbeşî û hevsengiyê berdewam bin, em dê vgerin bo nêrîna gelê xwe.

Serok Barzanî herwiha ji wezîr Fallon re got: “Me hemû cûrên pêwendiyan li gel Iraqê, ji nenavendî ve bigire heta otonomiyê û heta digihîje federaliyê, me hemû ceribandine û (hemû) şikestin anîne, ji bilî serxwebûnê ti rêyeke din nameya, em dixwazin du cîranên baş bin û me baştirîn pêwendî hebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha ji Wezîrê Berevaniya Brîtanya Michael Fallon re ragihand: “Referandum amarazek e ji amrazên gihîştina bi serxwebûnê, bi heman şêweyî gotûbêj jî amrazek e bo gihîştina bi serxwebûnê, lê belê ew alternatîvên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, garantiya gotûbêja bo serxwebûnê û amadebûna Bexdayê bo destpêkirina gotûbêjên li ser serxwebûna Kurdistanê têde nebûne. Ji ber wê daxwaziya paşxistina referandumê tenê ji bo gotûbêjkirina li gel Bexdayê û bûyî ku were zanîn, ku li ser çî ye û çi garantiyeke navdewletî dê hebe, referandum natê paşxistin.”

Serok Barzanî herwiha got: “Eger hikûmeta Iraqê amadebûna xwe nîşan bide bo gotûbêjkirina li ser serxwebûna Kurdistanê di demeke diyarkirî de û garantiya navdewletî hebe bo cîbicîkirina rêkevtina li ser serxwebûna Kurdistanê, wê demê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê dê bicive û biryara xwe ya dawî bide.”

Serok Barzanî û Fallon herwiha tekezî li ser berdewamiya gotûbêj û pêwendiyên navbera her du aliyan de kirin.

Herwiha di civînê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret resûl Elî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Frank Baker û çend dîplomat û şêwirmendên leşkerî yên Brîtanyayê jî amade bûn.