Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Darayî: Bo piştevaniya serxwebûnê min dest ji Goran berda

 

Silêmanî-KDP.info- Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji pişka Tevgera Goranê, Rêbaz Hemlan ji ber piştgirînedana Goranê bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, dest ji vê tevgrê berda û divêje bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê min dest ji Goran berda.

Rêbaz Hemlan îro di nameyekê de ku kopiyek jê gihîştiye destê KDP.info û tê de bi fermî ragihand, ku wî dest ji Tevgera Goranê berdaye. Hemlan di nameya xwe ya îstîfayê de sedema vê biryara xwe vegerandiye bo wê çendê ku Goran piştgiriyê nade referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

Rêbaz Hemlan di beşeke nameya xwe de dibêje: “Ez ne amade me ku zêdetir bêdeng bim û kar bikim di nava Tevgera Goranê de, tevî wan hemû karesatên ku hatine serê miletê me, lê Goran biryar neda ku piştevaniya referandumê bike.”

Hemlan dibêje beşek ji berpirsên Gran daxwaza karê ne yasayî lêkiribûn û wî ew kar cîbicî nekir, lewma Goran hewla texwînkirina wî kirbûn.

Rêbaz Hemlan sedema dûrketina xwe ji Goran vedigerîne ji bo wê yekê ku ew kurê pêşmergeyekî ye û nikare li hemberî serxwebûna Kurdistanê bêdeng bimîne û ew kesek e ku piştgiriyê li serxwebûna Kurdistanê dike.