Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzan: Parlamentoya Iraqê nikare îradeya gelê Kurdistanê bişkîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga ji bo serxwebûna Kurdistanê ya li bajarê Akrê de ragihand, 100 sal e Kurd li benda serxwebûnê ne û tekez kir, Îrada milletê Kurd nayê şikandin, lê belê yên ku dixwazin îradeya Kurdan bişkînin, bila kerem bikin meydanê.

Îro Çarşema 13ê Îlonê ahenga ji bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li bajarê Akrê bi beşdariya hezaran kes hat sazkirin, ku heta niha jî berdewam e. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî di ahenga li Akrê de kir û gotarek ji bo piştgiriya referandumê pêşkêş kir.

Mesûd Barzanî di gotara xwe de ragihand, şirîkatiya Herêma Kurdistanê ya li gel Iraqê rastî şikestinê hatiye û got, ku Herêma Kurdistanê ezmûnek tal li gel Bexdayê heye.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta Iraqê destûr binpê kiriye û diyar kir, ku prensîpa rêkevtinê û hevbeşiyê li Bexdayê hatiye jibîrkirin û niha hikûmeta Iraqê kar bi prensîpa piraniya siyasî dike.

Serok Barzanî derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê de got: “Biryara referandumê, biryara takekesekî an aliyekî nîne, lê biryara hemû partiyên Kurdistanî ye.”

Serok Barzanî diyar kir: “Hemû hewlên me li gel Iraqê rastî şikestinê hatin, divê berpirsên Iraqê gazindê li xwe bikin û ji xwe bipirsin, ka çima hemû şirîkatiyeeke li gel wan şikestin aniye.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hevbeşiya Kurdan li gel Iraqê de wiha got: “Pişka me ji hevbeşîkirina li gel Iraqê hertim malwêranî bû.”

Serok Barzanî amaje bi daxwazên bo paşxistina referandumê kir û bi gotina wê yekê ku heta niha yên ku daxwaza paşxistina referandumê dikin, ti alternatîvek nedane, tekez kir: “Eeger alternatîvek bo referandumê hebe û heman armancê pêk bîne, em dê qebûl bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser mafê milletê Kurd bo serxwebûnê kir û bi gotina, sed sal e ku em li benda serxwebûnê ne, diyar kir: “Em amade ne ku hemû baceke serxwebûnê bidin.”

Mesûd Barzanî amaje bi binpêkariyên hikûmeta navendî ya Iraqê li hember destûrê û mafê milletê Kurd kir û destnîşan kir: “Eger ew (Iraq) destûrê qebûl nekin, em xizmetkariyê qebûl nakin… Êdî dema wê yekê hatiye ku milletê Kurd bêje êdî bes e.”

Serok Barzanî derbarê biryara duh a parlamentoya Iraqê de jî, ku bi biryarekê referanduma Herêma Kurdistanê red kiribû, ragihand: “Îrada milletê Kurd bi parlamentoya Iraqê naşikê, em dixwazin bi xweşî û biratî bigihîjin mafên xwe. Lê yên ku dixwazin îradeya milletê Kurd biceribînin, bila kerem bikin, va ye meydan.”

Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî bang li tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê bi giştî û xelkê Akrê bi taybetî kir û got: “Dengê we ji bo serxwebûnê dê rihê şehîdan asûde bike. Dengê we bo serxwebûnê dê dawî bi cenosîdan, enfal, kîmyabaran û şewitandina gundan bîne.”

Serok Barzanî tekezî li ser berdewamiya gotûbêjên li gel Bexdayê piştî referandumê kir û da xuyakirin: “Piştî referandumê em dê deriyê gotûbêjê li ser gelek mijaran vekin. Yên ku daxwaza paşxistina referandumê dikin, bila piştî birêveçûna wê gotûbêjê li gel me bikin. Piştî referandumê em amade ne, ku ji bo gelek mijaran li gel Iraqê rêkevtinê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e ku biratiya Kurdan li gel netewe û olên din parastî be û destnîşan kir: “Em naxwazin xwîn were rijandin û naxwazin ti dijminahî hebe.”