Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ji Kerkûkê: Em nahêlin kes aramiya Kerkûkê têk bide

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro serdana Kerkûkê kir û cardin tekez kir, ku refrandum nayê paşxistin. Mesûd Barzanî herwiha ragihand, xelkê Kerkûkê, bi hemû ol û pêkhateyên xwe ve biryar li çarenivîsa xwe didin û got jî, “Em nahêlin kes aramiya Kerkûkê têk bide.”

Îro Sêşema 12ê Îlona 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel cîgirê xwe Kosret Resûl Elî serdana bajarê Kerkûkê kir û piştre bi amadebûna Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Kosret Resûl bi pêkhateyên vî bajarî re civîneke berfireh pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi ti awayekî rê nadin kesekî ewlehî û aramiya Kerkûkê têk bide. Rêza me ji wan nerînan re heye ku ne ligel referandûmê ne, lê divê rêz li îradeya piraniya xelkê bajêr bê girtin ku referandumê dixwazin. Kerkûk bi tevahî wek mînaka bajarê aştî, biratî û pêkvejiyanê dimîne.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Guh nadin gefên vala yên behsa derketina şer dikin. her kesek bizava têkdana aramiya Herêma Kurdistanê bike, mafê me heye bergîriyê li xwe bikin. Xelkê Kerkûk bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe didin û referandûm biryara xelkê Kurdistanê ye, ne ku biryara take kesî ye.”

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê di demekê de ye, birêvebirina referanduma serxwebûna Kurdistanê, kêmtir ji du hefteyan maye û biryar e li Kerkûk û navçeyên derdora wê jî bê kirin.

Herwiha ew serdan piştî wê yekê tê, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar daye referandumê li wê parêzgehê bike, ew jî bû sedema dilgiraniya berpirsên Iraqê û di demên dawî de hin daxuyanî li dijî Herêma Kurdistanê dan.

Di vê çarçovê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê di wê civîna camewerî de ragihand, “Kurdistan bê Kerkûk laşekî bê dil e. Her hêz yan aliyek bixwaze bi zorê xwe li ser Kerkûkê bisepîne û Kerkûkê ji Kurdistanê bibire, gelê Kurdistanê ta dawîn kes dê li ber xwe bide.”

Tevî wê jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, “Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, lê bajarê hemû pêkhateyên netewî û olî ye û cihê pêkvejiyanê ye û sembola biratiyê ye.”