Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mela Bextyar: Nêrîna PDK û YNK û YNKê ji hev nêzîk bû

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşemê şanda bilinda Goran li gel şanda bilind a PDK û YNKê civiyan û piştî civînê Mela Bextiyar ragihand nêrîna Goran û YNK û PDKê ji hev nêzîk bû.

Berpirsê Karîger ê Polîtburoya YNKê Mela Betiyar piştî civîna sê alî di navbera Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK), Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê, ragihand, civîna îro girîngtirîn civîna di navbera her sê aliyên siyasî de bû.
Mela Bextiyar di konferanseke roinamevanî de ragihand, hîn guftûgo li ser mîkanîzma wan heft xalan maye, ku berê YNKê dabû PDK û Tevgera Goranê. Wan jî razemendiya derbarê wan heft xalan ragihand û îmze kirin.

YNKê berî demekê nexşerêyek ji heft xalan dabû aliyan, ji bo gihêştina bi rêkeftinekê li ser aktîvkirina parlementoyê û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê.

Mela Bextiyar ragihand jî, nêrîn ji hev nêzîk bûn û hîn bidawî nebûne. Got jî: “Dawî axaftin bo sibe, yan du sibe hat paşxistin, ji bo dawî axaftin li ser bê kirin.”

Herwiha ragihand, Tevgera Goranê dinirxîne û sibe, yan du sibe dawî biryara xwe ji piştî encamên guftûgoyan dide.
Mela Bextiyar got jî, Goran razî bûye vegere parlementoyê.