Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehmûd Mihemed li Sant Ptrspurg serdana Enîstîtoya Rojhilatnasî kir

Rûsya-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed îro li bajarê Sant Ptrsburg serdana Enîstîtoya Rojhilatnasî kir û behsa giringiya diyaloga kiltur û şaristaniyan di navbera miletan de kir û tekez kir li ser aktîvkirina beşê Kurdolojî li wir.

Îro danê sibehê di serdanekê de bo bajarê Sant Ptrsburg, şandeke PDKê bi serokatiya Mehmûd Mihemed serdana Enîstîtoya Rojhilatnasî li wî bajêrî kir û ji aliyê Seroka Beşê Belege û Destnivîsan Îrîna Papova û Serokê Beşê Kurdolojî di Enîstîtoya Rojhilatnasî ve hat pêşwazîkirin.

Mehmûd Mihemed li wir behsa giringiya diyaloga kilturî û şaristanî di navbera miletan de kir û tekez kir li ser aktîvkirina beşê Kurdolojî kir.

Herwiha Serokê Enîstîtoya Rojhilatnasî ji şanda Kurdistanê re hinek belge û destnivîsên kevin ên Kurdî nîşan dan.

Ji aliyê xwe ve, Mehmûd Mihemed hêviya serkeftinê ji Enîstîtoya Rojhilatnasî re xwest di karê wan de.