Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê dê 25ê Îlonê dîrokek nû binivîsine

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku tenê du heftî man, ku gelê Kurdistanê biryar li çarenivîsa xwe bide û dengê xwe bigihîne cîhanê. Barzanî tekez kir, ku divê navendên biryarê li cîhanê dengê gelê Kurdistanê bibihîsin.


Mesûd Barzanî îro bi helkevta pênce û şeşemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê bi serkirdatiya rêberê nemir ê netewî Mela Mistefa Barzanî, peyamek weşand.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, ku îsal salvegera Şoreşa Îlonê di demekê de ye, ku tenê du heftî mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide hemû şorş û şehîd û qurbaniyên Kurdistanê.

Di peyamê de tê gotin: “Îro salvegera pencih û şeş (56) saliya destpêkirina şoreşa mezin a Eylûle (Îlonê) ye , şoreşek ku bawerî bi xwebûn û îrade di dilê hemû takekî Kurdistanê de dirust kir. Îsal salvegera şoreşa Eylûlê di demekê de ye, ku tenê du heftî mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide şoreşa Eylûlê û hemû şoreş û berxwedanên dinên gelê me û berhemê wan hemû qurbanîdan û xweragiriyê biçîne. Gelê Kurdistanê şoreşa "Belê ji bo serxwebûnê" dest pê kiriye û di 25ê Îlonê de, dîrokekî nû tomar dike.”

Di beşeke din a payama xwe de, Serok Barzanî diyar dike, ku hemû berxwedan û şoreşên gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê bûne û tekez kir, ku nabe xwîna law û xortên Kurd ku bi neheqî rijiaye, bê encam bimîne.

Serok Barzanî wiha got: “Şoreşa Eylûlê (Îlonê) û hemû şoreş û berxwedanên dinên gelê me tenê ji bo azadî û serxwebûn bûne, nabe ku xwîna bi neheqrijiyayî ya xort û lawên gelê me bê encam be. Divê cîhan guh bide dengê azadîxwazên Kurdistanê, divê hawara 182 hezar enfalkiriyên Kurdistanê di navendên biryara cîhanê de bihê bihîstin, divê guh bidin nalîna 5 hezar şehîd û dehan hezar birîndarên Helebçe, divê cîhan guh bide hawara 8 hezar Barzaniyên enfalkirî û 12 hezar xortên bê serûşûn ên Kurdên Feylî, dengê şehîdan û kesukarên wan dibe "Belê ji bo serxwebûn" û di 25ê Îlonê de li dergehê wîjdana hemû cîhanê dide.”

Serok Barzanî peyama xwe bi van gotinan bi dawî tîne: “Di salvegera şoreşa mezin a Îlonê de, em silav ji bo giyanê pakê hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Silav li Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê. Silav li gelê berxwedêr ê Kurdistanê.”