Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê: Armanca me serxwebûna Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Şoreşa Îlonê bi serokatiya Barzaniyê nemir serhilda, ku qonaxeke dîrokî bû di dîroka gelê me de. Pêşmergeyên wê şoreşê dibêjin, armanca me rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bû.

Mihemed Ehmed ku Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Destkeftên ku îro bidest hatine ji berhema Şoreşa Îlonê ne. Şoreşekî dîrokî bû û rêberekî xwedî karîzma û mezin wek Barzaniyê nemir serkirdatiya şoreşê dikir û wê şoreşê karî hikûmeta Iraqê neçar bike ku ligel Kurdistanê danûstandinê bike.”

Herwiha Hacî Resûl ku yek ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye, ji bajarê Soran ji malpera KDP.info re ragihand: “Şoreşa Îlonê ew şoreş bû ku bi rêberayetiya Barzaniyê nemir li dijî zilm û zordariya dagîrkeran serhilda, di dema ku bêhêviyeke mezin li cem xelkê Kurdistanê çêbibû, lê vê şoreşê hêviyeke mezin da Kurdistaniyan û bû sedema bidestxistina destkeftên îro yên gelê Kurdistanê û armanca me jî ji wê şoreşê rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bû. Di wê şoreşê de tenê çiya dostê me bû, lê îro welatên mezin ên cîhanê piştgiriya Kurdistanê dikin û ew yek jî vedigere siyseta hekîmane ya Serok Barzanî.”