Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berwarî: Kes nikare Silêmaniyê ji pirsên niştimanî dûr bike

Hewlêr-KDP.info- Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî dibêje, kes nikare Silêmaniyê ji pirsên niştimanî dûr bike û baykotkirina xelkê wî bajêrî ji kombûna li dijî referandumê re, dihat çaverêkirin.

Ebdulselam Berwarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku duhî li Silêmaniyê çêbû dihat çaverêkirin û xelkê Silêmaniyê helwesta Na ji serxwebûna Kurdistanê re şermezar dikin û nizanin dê çawa kesek karibe dengê xwe li dijî serxwebûnê bide û bixwaze ligel dewletekê bijî ku heta bi nanê xelkê Kurdistanê qut kiriye.”

Berwarî wiha got: “Li Silêmaniyê hinek alî dixwazin xelkê ji rê bibin lê derbarê pirsa referandum û serxwebûna Kurdistanê xelkê Silêmaniyê bersiva wan kesan dan û piştrast kirin ku kes nikare Silêmaniyê ji pirsên niştimanî dûr bike û kes nikare bi hesên xelkê bilîzin.”

Wî şirovekarê siyasî wiha domand: “Dijayetiya azadî û serxwebûnê ji ti miletekî nayê çaverêkirin û ew kesên ku duhî li dijî referandumê kombûn lidar xistin, bêhiviyek di wan de diyar bû û nas kirin ku kes nikare helwesta xelkê Kurdistanê li hemberî referandum û serxwebûnê bughere.”