Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara referandum û serxwebûnê daye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rayagiştî peyamek weşand û got: “Her cûre daxuyanî û tevgerên, ku bêhna dijîtiya biratî û pêkvejiyanê jê bê, ti peywendiyekî bi bihayên bilindên gelê me û siyaseta Herêmê ve tûne û gelek dûre ji çanda pêkvejiyan û lêborînê ya gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê îro (10-09-2017) bi peyamekê ji hemwelatiyên Kurdistanê daxwaz kir, ku di dema derbirîna îrade û mafên xwe de, bihayên bilindên gelê Kurdistanê û çanda biratî û pêkvejiyana dîrokî ya di navbera pêkhatên neteweyî û olî de li berçav bigrin.

Serok Barzanî got: “Gelê Kurdistanê ezmûnekî sed salî ya pir bi êş li gel hikûmetên Iraqî de derbas kiriye. Di vê sed salê de şîrîkatî nehat bi cîh kirin û gelê Kurdistanê rastê enfal û kîmyabaranê hat. Bi navê gihîştina aştiyê û dûrketina ji şer û giriftên zêdetir, gelê Kurdistanê biryar daye referandûmê bike û berbi serxwebûna xwe ve pêngavan bavêje.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir, ku ev pêngav mafekî xwezayî û rewa ya gelê Kurdistane ye û nakok nîne li gel ti bingeheke esmanî û mirovî.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Bi cîhkirina vê mafê bi ti awayî nayê wateya dijîtiya ti pêkhateyekî neteweyî û olî yê gelê Iraqê. Belku ev yek danîna bingeheke bi hêz e ji bo rêgirtina li têkdana peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan û gelê Iraqê de.”

Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî destnîşan kir: “Her cûre daxuyanî û tevgerên, ku bêhna dijîtiya biratî û pêkvejiyanê jê bê, ti peywendiyekî bi bihayên bilindên gelê me û siyaseta Herêmê ve tûne û gelek dûre ji çanda pêkvejiyan û lêborînê ya gelê Kurdistanê.”

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ji wê dema, ku em berbi serxwebûnê pêngavan davêjin heta niha, misogere ku tevgerên sîtemkar ên rejîmên berê yê Iraqê yên li dijî gelê Kurdistanê, li gel pêwendiya biratî ya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nayên tevlîhevkirin. Referandûm jî bi ti awayekî kar nake ser berdewamiya dostayetî û birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê, belku kûrtir û bi hêztir dike. Em dizanin ku gelên Iraqê jî ji destê rejîmên dîktator bûne qurbanî û li gel gelê Kurdistanê li yek enî û sengerê da bûne.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de da xuyakirin: “Em ji hemwelatiyên Kurdistanê daxwaz dikin, ku di dema derbirîna îrade û mafên xwe de, bihayên bilind ên gelê me û çanda biratî û pêkvejiyana dîrokî ya di navbera pêkhateyên neteweyî û olî li berçav bigrin. Xuşk û birayên me yên li Iraqê divê bizanin, ku gelê Kurdistanê sedema têkdana yekparçeyî û şîrîkatî û jiyana hevbeş a li Iraqê nebûye, belku rejîmên sîtemkar û hikûmetên Iraqê û siyaseta înkarkirinê, sedema sereke ya têkdana pêkveyî û yekperçeyiyê bûn.”