Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Beriya referandumĂȘ dĂȘ parlamento bicive

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdayetiya PDKê ragihand ku Serkirdayetiya YNKê biryara çalakirina Parlamentoya Kurdistanê daye û YNKê daxwaz ji PDK û partiyên din kiriye ku derfeteke çend rojî bidin wan.

Aras Heso Mîrxan Endamê Serkirdayetiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Êdî niha biryar li cem wan partiya ne ku dixwazin parlamentoyê çalak bikin. Serkirdayetiya YNKê biryara çalakirina Parlamentoya Kurdistanê daye û YNKê daxwaz ji PDK û partiyên din kiriye ku derfeteke çend rojî bidin wan.”
Mîrxan wiha got: “Biryar e piştî civîna xwe ligel Goran û Komeleya Îslamî, YNKê ligel PDK û aliyên din jî bicive û gotûbêjan bikin li ser wê yekê ku beriya referandumê parlamentoyê çalak bikin.”