Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qayimeqamê Şingalê: Dengê Şingal dê ERÊ be

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje ji roja yekem ya bangeşeya referandumê de xelkê Şingalê bi coşeke mezin dirûşma Erê ji serxwebûna Kurdistanê re bilindkirine û dê dengê Şingalê ERÊ be.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Me peyama Şingalê daye ku eger referandum carekê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê baş be, ji bo xelkê Şingalê 2 carî pêwîst e û me wek Encumena Şingalê jî bi awayekî yasayî daxwaz ji komîsyona Hilbijartinan kiriye ku referandum li cem me jî birêve biçe û em dixwazin bi riya vê referandumê karesatên ku hatine serê me qerebû bikin.”
Xelîl wiha got: “Komîteyek pilebilind li Şingalê pêk hatiye ji bo ku bangeşeyê ji bo referandumê bike û ew komîteye dê sibe dest bi karê xwe bike û dê hemû çîn û xelkê Şingalê di wê bangeşeyê de beşdar bibin, ji ber ku xelkê Şingalê dixwazin navçeyên wan bi fermî bikevin ser Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe.”