Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Dewleta Kurdistan dê bibe kilîla çareseriyê..Armanca min her serxwebûn bûye

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya hevpeyvîna xwe de li gel kenala Al-Arebiye got ku, ez xwe bo helbijartên bê yên piştî referandomê berbijêr nakim, ji sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewbû ku, gelê xwe serbixwe bikim dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim. Herwiha got jî ku Kurdistan dê bibe kilîla çareseriyê li navçeyê û nabe sedema pirsgirêkan.

Serok Barzanî bersiva pirsyara: Aya ew dewlete weke ya Israîle ku, hemû Yahûdî di yek dewletê de komkirin? Got ku, em destêwerdanê di ti parçeyên din de nakin, alîkariya wan dikin da ku, bigehin rêkeftinên aştyane li gel welatên xwe, parçeyên din xaka xwe hene û li ser erda xwe dijîn. Serok Barzanî Tekez kir ku, parçeyên din yên Kurdistanê ew bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe didin.
Di beşeke din a hevpeyvînê de Barzanî got ku, ez xwe bo helbijartên bê yên piştî referandomê berbijêr nakin, ji sala 1962 ez ciwan bûn min çek hilgirt armanca min ewe ku, gelê xwe serbixwe bikin dema bigehim wê armancê dûrî karê siyasî dibim.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, di yek ji wan şerean de êrîş kirin ser sengerên ku, keç têde bûn berevaniyeke zêdetir ji pêşmerge kirin.
Serok Barzanî got jî ku, DAIŞê dixwest Kurdistanê dagîr bike weke wan cihên din yên Kurdistanê bike, em li dijî her aloziyekê ne li gel Îranê em dixwazin li ser bingeha du cîranên baş û berjewendiyên hev beş li gel hev pêwendiyan bikin, em her destêwerdanekî Îranê di karêûbarên me de red dikin û qebûlnakin.
Derbarê pirsyareke din derbarê destêwerdana Îran di karêûbarên Herêma Kurdistanê de Barzanî tekez kir ku, li gor cografiyê Îranê destêwerdanê bêtir di Silêmaniyê de dike ji Hewlêrê, em her destêwerdanekî Îranê di karêûbarên me de redkirn û qebûlnakin.
Di bersiva pêşkêşkarê dêdarê yê kenala Al-Arebiye aya referandom wê bibe bedîla şeraketeke rasteqînî? Serok Barzanî got ku, eger di destpêkê de şeraket bi serketiba niha me referandom nedikir.

Pêşkêşkar pirsyar kir ku, hin alî hene daxwaza paşxistina referandomê dikin, Barzanî bersiv da û got ku, me danûstandin li gel hemû wan kesan kiriye ew nabêjin ku, dijî referandomê ne belko dibêjin neha ne dema wê ya guncawe.
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku, derbarê wê destûra Iraqê kêmasî gelek têde hene 55 madeyên wê Iraqê binpêkirine û derbarê wan binpêkirinan me belge hene.Da zanîn ku, yek ji wan binpêkirin medeya 140 ya destûrê herwiha pêşmerge û birîna mûçeyên wan û pêdawîstiyên serbazî ji pêşmerge re dabîn nekirin.
Herwiha Serok Barzanî got ku, xala herî giring ku, Iraqê binpêkiriye birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nûrî Malikî ve û got ku, bi çi mafî qûtê xelkê dibirin kî rê biwan daye? Çawa maf didin xwe vê biryarê bidin.
Pêşkêşkar pirsyarkir ku, ji ber ku, Herêma Kurdistanê petrol xwe firotiye Malikî bûdce birî Barzanî bersiv da û got: Nexêr piştî wan bûdce birîn me dest bi firotina petrolê kir ew jî li gor yasaya ku, li Şûbata 2007 derketibû tê de hatibû eger li perlemanê pesend nekin her aliyek dikare li gel kompaniyan rêkbikevin.