Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Rûsya ahenga piştgiriya referandumê birêve diçe

Mosko-KDP.info- Biryar e roja Şemiya bê Kurdên Rûsya ahengekê ji bo piştgiriya referandum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê lidar bixin.

Nûnerê PDKê li Rûsya Dr. Xoşewî Melabirayim ji malpera KDP.info re ragihand: “Roja 9ê vê mehê saet 4ê êvarî dê li hola konsêrtan a Kolêja bajarê Sant Ptrsborgê li cadeya Êvskî hejmare 100, dê ahengek ji bo piştgiriya referandum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê bo amadebûna mêvanên ji Kurdistanê, birêve biçe.”

Dr. Xoşewî wiha got: “Mêvanên ji Kurdistanê Mehmûd Mihemed Endamê Polîtburoya PDKê û Viyan Dexîl Parlamentera Iraqê û Salar Usman Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Hikûmeta Kurdistanê û Tehsîn Îsmaîl Parlamenterê Kurdistanê dibe.”