Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: 25ê Îlonê tê wateya ragihandina dewletê..Kurdistan bê Kerkûk nabe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ligel rojnamevan û hunermendan civiya û tekezî li ser birêvebirina proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand, tu rêzek ji destûra Iraqê re nemaye, ji ber ku hate binpêkirin û tu kesî jî li ser nehate deng.

Serok Barzanî di civînê de got: “Birêvebirina rapirsiyê ne li dijî binemayên navdewletî ye û mafê çarenivîsî, mafekî asayî û yasayî ye û li gor hemû belgeyên yasayî ye. Me tu karek li dijî yasaya navdewletî nekiriye.”

Got jî: “Ewên niha ji referandûmê nîgeran in, diviyabû gelek zûtir bihatana deng û bigotana. Referandûm ne karta fişarê ye û ne jî mozayede ye.”

Diyar kir jî çûna Kurd bo Bexdayê bi dilpakî şaş bû û got: “Li vir danê pê didim, her ji sala 2003an ve çûna Bexdayê bi wê dilpakiyê, şaşî bû.”

Herwiha got: “Ta niha 55 madeyên destûrê hatine binpêkirin û bi bîra min nayê ku çi rêkeftineke me hatibe cibicîkirin. Wek nimûne rêkeftina li ser reşnivîsa yasaya petrol û gazê nekirin. Rêkeftina li ser budce û biçekirina Pêşmerge, wan nehêşt yek gule ji Pêşmerge re bê. Niha jî di şerê Mûsilê de me gelek rêkeftin kirin û ta niha me behsa wan nekirine. Beşek ji Heşd Şeibî guh nadin kesî û binpêkirinên gelek mezin kirine.”

Serok Barzanî got: “Heger sîstema Iraqê bi piranî be, Kurd di her tiştî de zirerê dike, ji ber ku Kurd di parlementoya Iraqê de kemîne ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê aşkere kir jî, “Di vê demê de fişareke mezin hebûye bo paşxistina referandûmê, çi ji aliyê hevpeymanan û çi ji aliyê welatên dost, lê wan ti carî bedîlek bo referandûmê nebû. Ji ber wê em rijd in li wê ku di 25ê Îlonê referandûmê bikin û roja 25ê Îlonê tê wateya ragihandina dewletê.”

Amaje bi wê jî da, “Dewleta Kurdistanê li ser binemaya yeksanî û azadiyê û sîstema komara demokratîk dibe.”

Herwiha got: “Bîr li tundûtûjî nakin û bi xweşî bi guftûgo dixwazin serbixwe bibin. Tu rêzek ji destûra Iraqê re nemaye, ji ber ku hate binpêkirin û tu kesî jî li ser nehate deng.”

Serok Barzanî wiha domand: “Wek çawa mirov bêdil najî, Kurdistan bê Kerkûk nabe.”