Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dorpêça DAIŞê li ser Dêrezorê hat şikandin

Ajans-KDP.info- Rejîma Sûriyê ragihand ku piştî sê salan, artêşa Sûriyê dorpêça DAIŞê ya li ser bajarê Dêrezorê şikand.

Televizyona fermî ya Sûriyê belav kir, ku hêzên wan bi alîkariya hêzên hevalbend li aliyê rojavayê Dêrezorê gihêştina Fewca 137 ya li nêzîkî bajarê Dêrezor û niha bi DAIŞê re di pêşveçûnan de ne, ku bi vê yekê karîne dorpêça li ser wê parêzgehê piştî sê salan bişkînin.

Ji 3 salan ve, artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên şer çendîn operasyon ji bo şikandina dorpêça li ser Dêrezorê bişkîne kiribû, lê îro karî dorpêçê li Til Sinof bişkîne û deriyekî 700 metroyî di navber Til Sinof û kargeha gaze de veke.

Herwiha firokeyên şer jî 10 otombîlên DAIŞê ku hewl didan berve Meyadînê birevin, birûxîne. Herwiha komgeha çekan ya DAIŞê li nêzîkî gundê Bexîliyê li rojavayê Dêrezorê jinav bir.