Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Yekîtiya Ewropa: Em û Tirkiyê lihev nakin

Ajans-KDP.info- Nûnera Bilind a Peywendiyên Derve û Polîkîkayên Ewlekariya ya Yekîtiya Ewropayê ya Federica Mogherini diyar kir ku Tirkiye û YE li ser hin mijaran bi hevdu nakin lê Tirkiye hevpeymaneke girîng bo wan.

Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê Federica Mogherini daxuyand ku ewê axaftina xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomînin û got: "Beriya her tiştî Tirkiye li herêmê hevkarekî girîng e û hê jî namzedê YEyê ye. Ji ber hindê emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomînin"

Federica Mogherini ku ji bo Forûma Stratejîk a Bledê ya 12emîn hat Slovenyayê, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku forûm ji bo wê, derfeteke mezin e ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û gelek muxatabên dostên YEyê yên ji Balkanan jî beşdarî forûmê bûn.

Ji bo pirsa, "Gelo mizakereyên endametiyê yên Tirkiye-YEyê wê bidomin an na", Mogherini wiha got: "Emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyê ra bidomînin."

Moghereini herwiha anî zimanTirkiye û YE li ser hin mijaran bi hevdu nakin û wiha dewam kir: "Lê belê ev yek ji bo dewamkirina xeberdan û hevdîtinan ne asteng in. Beriya her tiştî Tirkiye li herêmê hevkarekî girîng e û hê jî namzedê YEyê ye. Ji ber hindê emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomînin."

Ev gotinên Moghereini di demekê dene, ku beriya du rojan, Serokwezîra Almanyayê Anela Merkel ragihand bû, Tirkiye nabe endama Yekîtiya Ewropayê.